Serok Barzanî di bîranîna 43 saliya Enfala Barzaniyan de, peyamek belav kir û ragihand, tawana Enfala Barzaniyan beşek bû ji destpêka zincîre tawanên rêxistinkirî ya rejîma berê ya Iraqê li dijî gelê Kurdistanê. Di heman demê de spasiya cemawerê Deşta Hewlêrê, Herîr û Soranê jî kir, ku bûne hevsozê Barzaniyan.
Naveroka Peyamê:
Peyama Serok Barzanî li bîranîna 43 saliya Enfala Barzaniyan
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Tawana Enfala Barzaniyan di 31’ê Tîrmeha 1983’yan de, beşek bû ji destpêka rêze-tawanekî rêxistinkirî, ji windakirina diwanzdeh hezar ciwanên Kurdên Feylî, heta operayonên Enfala Germiyan û Badînan, kîmyabarankirina Helebce û navçeyên din ên Kurdistanê, Erebkirin û raguhastin û bi dehan tawanên din ên nemirovane ku bi armanca wan jêbirina nasname û şikandina îradeya azadîxwaziyê ya gelê me ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Di Enfala Barzaniyan de, rejîma berê ya Iraqê heşt hezar mêrên ciwan û pîr ên Barzanî, tenê ji ber Barzanîbûn û Kurdbûnê û bi hincetên bêbingeh desteser kir û piştî raguhastina wan, bi awayekî nemirovane li çolên başûrê Iraqê komkuj kirin.
Cihê daxeke gelek mezin e, heta niha jî birîna yek ji wan kesên komkujî û jenosîdan nehatiye pêçan. Ji vir ve tekez dikin ku erka li ser milê dewleta Iraqê ye qerebûya maddî û manewî ya wan hemû tawan û zordariyên ku di sedsala rabûrî de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin, bide.
Di çil û sêyemîn salvegera Enfala Barzaniyan de spasiya cemawerê deşta Hewlêr û Herîr û Soranê dikim ku di wan kêliyên pir bi jan de hevxemê Barzaniyan bûn û alîkariya wan kirin. Rêzdariya min ji bo xweragiriya bêwêne ya kesûkarên Enfalkiriyan heye, bi taybetî ew dayik û jinên bihêz û xweragir ên Barzanî ku bi salan êşa dûrbûn û ji destdana ezîzên xwe kişandin, lê serê xwe neçemandin û bi hezaran zarokên serbilind û niştimanperwer perwerde kirin.
Di vê bîranîna diltezîn de, silav ji bo giyanê pak ê Barzaniyên Enfalkirî û hemû şehîdên Enfalê û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînîn.
Mesûd Barzanî
31’ê Tîrmeha 2026

