KDC

Îranê Endazyarekî Kurd Desteser Kiriye

Endazyarekî Kurd ê ji bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtlaata Hêzên Pasdaran ên Îranê ve hatiye girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye veguhestin.

Li gor Navenda Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê, îro roja duşemê welatiyekî xelkê gundê Sînganî yê ser bi Şino yê bi navê Serdar Alanî ji aliyê Hêzên Îtlaata Artêşa Pasdaran ve hatiye girtin û bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin.

Serdar Alanî, endazyarê çandiniyê ye, li nuqteyeke leşkerî ya Îranê bi tawana hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên dijberê hikûmetê re, hatiye girtin.

Piştî girtina wî, ew bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin û çarenivîsa wî heta niha jî ne diyar e.

___

Golf estate homes in SA selling from under-R2m to R40m

kurdish dc

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan..!!

KDC

Nêzî 11 hezar malbat li bendê ne ku endamên malbatên wan bigihên Elmanyayê û ji nû ve bibin yek.

KDC