KDC

Îranê Endazyarekî Kurd Desteser Kiriye

Endazyarekî Kurd ê ji bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtlaata Hêzên Pasdaran ên Îranê ve hatiye girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye veguhestin.

Li gor Navenda Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê, îro roja duşemê welatiyekî xelkê gundê Sînganî yê ser bi Şino yê bi navê Serdar Alanî ji aliyê Hêzên Îtlaata Artêşa Pasdaran ve hatiye girtin û bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin.

Serdar Alanî, endazyarê çandiniyê ye, li nuqteyeke leşkerî ya Îranê bi tawana hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên dijberê hikûmetê re, hatiye girtin.

Piştî girtina wî, ew bo cîhekî nediyar hatiye veguhestin û çarenivîsa wî heta niha jî ne diyar e.

___

Newroza Bonnê… Derketina Hêza Nerm a Revenda Kurdistanî û Cîbicîkirina Nêrîna Serok Barzanî

Harmn

bangewaziyek ji Navenda Rewanda Kurdistanî 

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanê 128emîn salvegera Rojnamegerîya Kurdî pîroz dike

Harmn