KDC

Bangek ji Raya Giştî ya Kurdistaniyên Diyaspora re

 

Di demeke de ku gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê di bin gefa qirkirin û jenosîdê de ye, Konfederasyona Revenda Kurdistanî û welatparêzên Kurdistanî li diyasporayê bi xwepêşandanên aştiyane û aram, di çarçoveya qanûnên heyî de ji bo piştgirîkirina gelê xwe li Rojava berdewam in.

Yekhelwestî û yekdengîya gelê Kurdistanê kilîd û mifteya serkeftin û hêzê ye. Ji vê nêrînê ve, Konfederasyona Revenda Kurdistanî îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê meşeke niştimanî ya yekreng û yekdengî di bin sîwana alaya Kurdistanê de li (Koln-Neumark) li dar dixe. Ji bo vê armancê me baş dît ku hemû hêzên Kurdistanî bi hev re, dûrî ji serdestîya yekalî û hizbî, beşdarî vê xwepêşandanê bibin, lê mixabin diyar e ku hin alî xwesteka ferzkirina serdestîya hizbî û îdeolojîk li ser rêveçûna xwepêşandanan heye. Ev mijar li cem Konfederasyonê ji ber bawerîya me bi dirûşma sereke ya Konfederasyonê, yekbûna me hêza me ye ve, nayê qebûlkirin.

Em hemû Kurdistanîyan agahdar dikin ku hemû gotegotên ku dibêjin xwepêşandana Konfederasyonê li cihê diyarkirî hatiye rawestandin, red dikin û we agahdar dikin ku xwepêşandana Kurdistanî ya dûrî ji nîşana hizbî û partîtî li (Koln-Neumark) dê berdewam bike û di hefteya bê de jî bi beşdarîya bi dehan hunermendên Kurdistanî li bajarê Bonnê meşeke niştimanî ya Kurdistanî ya berfireh dê bê li dar xistin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
24.01.2026

___

Çalakiyên meha 03 a sala 2023 yên konfederasyona revenda Kurdistanî û navenda revenda KurdistanîÇalakiyên meha 03 a sala 2023 yên

KDC

Xelîfe Hafter Wê Beşdariya Hilbijartinên Serokatiya Lîbyayê Bike

KDC

Navenda rewanda Kurdistanî-Berîtanî serdana balyozxaneya Îraqê kir û ji aliyê berpirsê dosyeya navendî ya çandî ya balyozxaneyê ve hate pêşwazîkirin 

KDC