KDC

Hunermend û Aktera Diyar a Kurd Gulistan Tahir Li Almanyayê Koça Dawî Kir

Îro şemiyê 5ê Îlona 2026an hunermend û aktera navdar a qada şanoya Kurdî, Gulistan Tahir ku bi navê (Subarî) tê nasîn, piştî temenek dirêj ji xizmeta warên stran, şano û çanda Kurdî, li bajarê Bochum a welatê Almanyayê koça dawî kir.

Gulistan Tahir di eslê xwe de xelka bajarê Dirbêsiyê ye û di nav malbateke hunerhez û naskiriyê bi folklora Kurdî de mezin bûye, di sala 2000î de çûye welatê Almanyayê û li wir jî berdewam bûye li ser çalakiyên xwe yên hunerî û rewşenbîrî, bi vî awayî roleke bi bandor di gihandina huner û çanda Kurdî de ji bo revenda Kurd li Ewropayê de lîstiye.

Ev hunermend bi stranbêjiya komek stranên niştimanî û beşdariyên xwe yên berdewam di aheng û festîvalên Newrozê de dihat naskirin, hevdem di warê şanoyê de xwedî ezmûneke dewlemend bû, yek ji diyartirîn karên wê yên şanoyî li diyasporayê jî, monodrama Nesrîn bû ku li ser asta Ewropayê dengeke mezin di nav temaşevanên Kurd de hebû.

___

Peyama Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Harmn

Malbata Koçberekî Wenda Daxwaza Alîkariyê Dike

KDC

Peyama Navenda Revenda Kurd Ji Bo Salvegera Referandûmê

KDC