KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê Kombûna Girseyî ya Bajarê Bonnê ji bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê

 

Kurdistaniyên Niştimanperwer,

Hikûmet û Gelê Almanyayê,

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, gelek bi şanaziyê ve, silavan li helwesta neteweyî û yekgirtî ya Kurdên diyasporayê dike, ku li bajarê Bonnê yê welatê Almanyayê, bi yek deng û di bin siya Ala Kurdistanê de, ji bo piştgiriya xûşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kom bûn.

Ev kombûn bi dirûşma (Biratiya Kurdan) careke din peyama yekrêziya polayînî ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê gihand civaka navdewletî.

Herwiha, Konfederasyona Revenda Kurdistanî spasiyên xwe yên kûr pêşkêşî Hikûmeta Federal a Almanyayê, Parêzgeh û Polîsê bajarê Bonnê û gelê dostê Almanyayê dike, ku ji bo serkeftina vê çalakiya medenî hêsankariyê kirin. Li vir em ji welatiyên bajarê Bonnê lêborînê dixwazin ji bo her qerebalixî û pirsgirêkeke trafîkê ku ji ber vê kombûna girseyî ya mezin li kolanan de çêbû. Em spasiya aramî û têgihiştina wan dikin ku hevkar bûn da ku dengê mezlûmiyeta gelê me bigihêje navendên biryarê.

Di vê çarçoveyê de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, dîtina neteweyî ya Serok Barzanî ji bo berdewamkirina xebata sivîl û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dubare dike, bi taybetî li navendên biryarê yên li Ewropa û cîhanê. Wekî ku Serok Barzanî tekez kiriye, sînorên çêkirî û cudahiya bîrûrayên siyasî nikarin têkiliyên dîrokî û neteweyî yên Kurdan qels û lawaz bikin, ji ber ku em yek netewe ne û xwediyê paşerojeke hevpar in.

Em pabendbûna xwe bi peyama aştiyane ya Serok Barzanî radigihînin, ku tekez dike ku divê xwepêşandan bi awayekî şaristanî û li gorî qanûnên wan welatan bin ku tê de dijîn. Pirsgirêka gelê Kurd tenê bi rejîmên zordar re ye, ne bi neteweyan re ye. Lewma em nahêlin tu cûre nefret û kîn li hemberî neteweyên din çêbibe. Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî wê her dem peyama mirovdostî, pêkvejiyanê û aştiyê ji bo tevahiya cîhanê be.

Serkeftin ji bo Gelê Kurd û Parêzvanên Ala Kurdistanê.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
1ê Sibata 2026

___

Skandaleke mezin a sextekariyê ya li Swêdê. Bi hezaran belgeyên sexte yên Coronayê hatin dîtin.

KDC

Xula Heştemîna Gotûbêjên Li Ser Peymana Nukleerî Ya Îranê

KDC

Oil markets inch down after three days of gains

kurdish dc