Kurdistanîyên Berxwedêr û Têkoşer…
Mixabin hefteya borî di encama êrîşeke dronî ya rejîma darvekirinê ya li ser Başûrê Kurdistanê de, şehîd Xezal Mewlan û du hevçeperên wê yên şer bi giranî birîndar bûn. Weke ku hûn jî dizanin, bi biryareke Partiyetî û Hizbî, deriyê hemû nexweşxaneyên Silêmaniyê li pêşberî birîndaran hate girtin û rê nehat dayîn ku bêne çareserkirin. Ev jî bû sedema sereke ya şehîdbûna şehîd Xezal.
Eşkere ye ku tevî nehatina tedawî û çareserkirina wan, piştî şehîdbûnê jî, desthilatdarên Silêmaniyê di asta herî bilind a bêwîjdaniyê de, gorek li şehîd nedîtin. Ev jî rastiya serdestiya rejîma Îranê li Silêmaniyê piştrast dike.
Konfederasyona Revenda Kurdistanê, ku hevêna yekîtî û yekrêziya neteweya Kurdistanê ye, tevî şermezarkirina vê kiryara qirêj ku xizmetê bi dijminên neteweya Kurdistanê re dike, daxwazê ji Kurdistanîyên diyasporayê dike ku vê tawana ku li dijî nirxên me yên exlaqî û neteweyî ye û tovên dijminatiyê di nava Kurdistanîyan de diçîne, şermezar bikin. Herwiha daxwazê ji civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û welatên cîhanê dikin ku li hember van tawanên wiha bêdeng nemînin, û pêwîst e komîteyek ji bo derxistina rastiyan û cezakirina wan bê avakirin û hemû kesên ku destên wan bi terorîstan re tevlihev bûne û bûne sedema şehîdbûna Xezal, li ber Dadgeha Navneteweyî bêne derxistin û cezayê xwe yê qanûnî werbigrin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanê
17ê Nîsana 2026
