KDC

Karkerek Bi Mayinê Birîndar Bûye

Welatiyekî ji Selas a Bawecanî dema li bajarokê Bestûnê dixebitî di encama teqîna mayinekê de birîndar bûye.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, sibeha 19ê Cotmeha 2021an li bajarokê Bestûn a Kirmaşanê di encama teqîna mayinekê de karkerê bi navê Aram Ehmedî ê 28 salî yê ji gundê Zikmanî yê Selas a Bawecanî birîndar bûye.

Aram Ehmedî zewicî ye û ji ber birînên wî yên giran rakirine Navendeke Dermankirinê ya Kirmaşanê û bi biryara bijîşkan divê lingê wî yê çepê bê jêkirin.

___

Li Stenbolê Jinek Bi Şûr Hatiye Kuştin

KDC

Danasîna Pirtûka “Hişê Kurdî” ji Hêla Nivîskar Necat Zanyar ve

nusar1

Erdogan li Emerîkayê basa pirsa Kurd li Turkiyê dike

KDC