KDC

Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê Sersaxiyê ji Malbata Farûk Refîq re Dixwaze

 

Malbata hêja ya rewşenbîrê koçkirî yê Kurd Farûk Refîq

Bi xemgînî û kovaneke mezin, me nûçeya koça dawî ya nivîskar û bîrmendê naskirî yê Kurd, Farûk Refîq, bihîst.

Koçkirî yek ji dengên diyar û bibandor ên qada ramanî û rewşenbîrî ya Kurdistanê bû, ku bi salan bi dîtin û berhemên xwe yên zanistî xizmeteke mezin ji çand û hişmendiya netewa me re kir. Koça wî ya dawî, ziyaneke mezin e ji bo navenda rewşenbîrî ya Kurdistanê û her weha ji bo diyasporaya Kurd li derveyî welat.

Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji we û hemî dost û nasên koçkirî re dixwazin. Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku koçkirî bi bihuşta fireh şad bike û aramî û hedarê bide her kesî.

Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê
29ê Nîsana 2026

___

Navenda Revenda Kurdistanî li Kanada li bajarê Toronto kongreya xwe li dar xist

KDC

Encûmena Ewlekariyê Wê Li Ser Mijara Koçberan Bicive

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Almaniya komela hunermendan li wî welatî damezrand

KDC