KDC

Dîlan Yeşîlgoza Keça Kurd li Lûtkeya NATOyê ye

Alîkara Serokwezîrê Hollandayê û Wezîra Parastinê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius, ji bo beşdariya Lûtkeya NATOyê bibe, hate Enqereya paytextê Tirkiyê. Yeşîlgoz tevî Serokwezîrê Hollandayê Rob Jetten bi awayeke fermî beşdarî di vê lûtkeya bilind de dike.

Şayanê gotinê ye ku di tarîxa NATOyê de cara yekê ye ku jineke Kurd di asteke bilind de welatekî dinyayê, bi ser de jî welatekî ewropayê temsîl dike ku bixwe jî li wir nehatiye dinyayê.

Dilan Yeşilgoz ji 23yê Sibata 2026ê ve, di Hikûmeta Rob Jettenî de wekî Alîkara Serokwezîr û Wezîra Parastinê bi awayekî serkeftî kar dike.

Kariyera Dilan Yeşilgozê

Dilan Yeşilgoz Seroka Giştî ya Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye. Beriya vî karî di Hikûmeta Mark Rutte de bûye Wezîra Edalet û Ewlekariyê. Yeşilgoz herwiha Sekreteriya Dewletê ya li ser Polîtîkaya Karûbarên Aborî û Kêşûhewayê jî kiriye.

Yeşîlgoz bi eslê xwe ji Dêrsimê ye

Dilan Yeşilgoza Keça Kurd sala 1977ê li bajarê Enqereyê hatiye dinyayê û di dema zarokatiya xwe de, wekî malbateke penaber hatiye Hollandayê. Ew bi eslê xwe Kurdeka Dêrsimî ye.

Lûtkeya NATOyê (North Atlantic Treaty Organization) ango Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur duh li Enqereyê bi beşdariya serkirdeyên gelek welatên vê rêxistinê ku di nav wan de Donald Trump (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Emmanuel Macron (Fransa), Keir Starmer û Friedric Merz (Almanya) jî hene, bi awayekî fermî destpê kir. Lûtkeya Bilind a NATOyê îşev diqede.

Jar Jan Dilpolo / Enqere

___

Birîtaniya: Dê berpirsiyar Navenda Rewanda Kurdistanî bi fermî ji bo salvegera roja cîhanî ya lihevhatinê were vexwendin

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Siwêdê Serdana Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Li Swêdê Kir

KDC

Hewraman di lîsta kelepûrên UNESCO de hate tomar kirin

KDC