KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Dayikan

Bi boneya roja Cîhanî ya Dayikan, em xweşiktirîn û germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû dayikên Kurdistanê û bi taybetî dayikên diyasporaya Kurdistanê yên li seranserê cîhanê dikin.

Dayik li xerîbiyê, ne tenê sembola dilovanîyê ye, lê herweha parêzera sereke ya ziman, nasname û çanda neteweyî ya me ye û roleke bêhempa di perwerdekirina nifşên pêşerojê li ser nirxên pîroz ên Kurdatiyê de dilîze.

Di vê bîranîna bi rûmet de, em serê rêz û hurmetê li ber dayikên şehîdên xwe yên nemir ditewînin û hêviya tenduristiyeke baş û temeneke dirêj ji hemû dayikan dixwazin.

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
10’ê Gulana 2026

___

Federasyona Holandayê seyrangeheke havînî ji bo Kurdistaniyan lidar xist

Xelan

Di pêşbaziyeke navneteweyî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xelata baştirîn fîlmê belgenameyî wergirt

Karzan

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Li Ser Çavkanî Û Ramana Tundrewiyê Lidar Bixe

KDC