KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Dayikan

Bi boneya roja Cîhanî ya Dayikan, em xweşiktirîn û germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû dayikên Kurdistanê û bi taybetî dayikên diyasporaya Kurdistanê yên li seranserê cîhanê dikin.

Dayik li xerîbiyê, ne tenê sembola dilovanîyê ye, lê herweha parêzera sereke ya ziman, nasname û çanda neteweyî ya me ye û roleke bêhempa di perwerdekirina nifşên pêşerojê li ser nirxên pîroz ên Kurdatiyê de dilîze.

Di vê bîranîna bi rûmet de, em serê rêz û hurmetê li ber dayikên şehîdên xwe yên nemir ditewînin û hêviya tenduristiyeke baş û temeneke dirêj ji hemû dayikan dixwazin.

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
10’ê Gulana 2026

___

Jenosîda Li Dijî Kurdên Ezîdî, Êşek Giran û Birînek kûr e!

Harmn

Sîrwan Barzanî: Metirsiya terorê li ser Mexmûr û Qereçox berdewme

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Awûstûrya ji bo Elî Qazî taziye danîn 

KDC