KDC

Nadir Doxatî ji bo Komeleya Helîn: Pêwîst e em li ser rêya Konfederasyonê karên xwe bikin

 

Sekreterê Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanê ji bo rêzgirtina ji Komeleya Helîn re serdanek pêk anî, ev jî piştî ku wan biryar daye ku di bin sîwana Federasyona Komeleyên Kurdistanê de kar û çalakiyên xwe bikin.

Roja Înê, 15ê Gulana 2026an, Nadir Doxatî, Sekreterê Komîteya Giştî ya Konfederasyonê û Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê yên li Almanyayê, serdana Komeleya Helîn ya li bajarê Bremenê kirin. Armanc ew bû ku rêz ji wan re bê girtin, ji ber ku ew wek endamekî tevlî Federasyona Komeleyên Kurdistanê bûne.

Di dema serdanê de, li ser pirsgirêkên neteweyî û nîştimanî hat gotûbêjkirin, li ser bingeha rêçika ku ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Federasyonê ve ji bo diyasporayê hatiye danîn, bi taybetî karên wan yên li bajarê Bremenê li Almanyayê. Her wiha rola wan di parastin û pêşxistina çand, ziman û piştgiriya doza Kurd li her deverê ku Kurd lê bi cih bûne, hate gotûbêjkirin.

 

___

Swîsre: Navenda Rewanda Kurdistanî li hev civiyan û civîneke taybet li dar xistin 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Norwecê 

KDC

Pîrozbahiya Navenda Revenda Kurd Ji Bo Cejna Cemayê

KDC