KDC

Bang li Kurdên diyasporayê tê kirin ku beşdarî vê rapirsiyê bibin

Rapirsiyek ji bo naskirina kêşeyên vegera Kurdên diyasporayê bo Kurdistanê ji aliyê du mamosteyên Kurd li du zanîngehên Ewropa û Kurdistanê ve bi awayekî zanistî tê kirin, ku armanc jê diyarîkirina birînan û çareserkirina wan e.

Dr. Ebdulrehman Derwêş ji bo malpera fermî ya KDC’ê ragihand, ku ev rapirsî bi awayekî zanistî tê kirin û encamên wê paşê di kovareke zanistî ya taybet de têne weşandin.

Ev yek jî anî ziman, ku lêkolîna zanistî ji aliyê du mamosteyên zanîngehê ve, ku bi xwe mamosta li Zanîngeha Soranê ye û Mamosta Samî Metî mamostayê Zanîngeha Leicester a Brîtanyayê ye, tê birêvebirin.

Armanca lêkolînê jî zelal kir, ku hewl tê dayîn ew astengên ku bandora wan li ser peywendî û vegera Kurdên diyasporayê bo warê wan heye, werin destnîşankirin. Herwiha lêkolîn li ser wan birîn û kêşeyan tê kirin, ku pêwîstiya wan bi çareseriyê heye, da ku di riya wan re vegera Kurdan û şiyan û enerjiyên wan ji bo xizmeta Kurd û Kurdistanê were bikaranîn û jê sûd were wergirtin.

Wî bal kişand li ser wê yekê ku niha jî ligel Mamosta Samî Metî û Xatûn Edalet Omer, rapirsiyeke din li ser mijara vegera Kurdên diyasporayê kirine, bi taybetî derbarê bandora Enfal û jenosîdê li ser civaka Kurdî û nevegera Kurdên diyasporayê.

Li gor wê nerîna ku di lêkolînê de behs kiriye, ezmûna Enfal û jenosîdê di hestê takekesê Kurd de bandoreke kûr hiştîye û yek ji sedemên çêbûna tirs û dilgiraniyê ye, ku wa li hin kesan dike ku jiyana li derveyî warê xwe hilbijêrin û ji metirsiya ji nav birinê dûr bin.

Dr. Ebdulrehman herwiha dibêje, encama wê lêkolînê bi awayekî zanistî pêşkêşî civaka navneteweyî tê kirin, ji ber ku lêkolîn pêwendiya di navbera rêgirtina ji jenosîdê û kêmkirina diyardeya koçberiyê de heye, dikare ji bo gelek welat û civakên cîhanê sûdbexş be, bi wê yekê ku welatên cîhanê rê li ber Enfal û jenosîdkirina gelan bigirin, wê diyardeya koçberiyê jî kêmtir bibe.

Hêjayî gotinê ye, Kurdên diyasporayê dikarin di riya vî lînkê jêrîn re beşdarî rapirsiyê bibin û hemû zanyarî jî dê parastî bin.

https://forms.cloud.microsoft/e/cEhGB3ZXGw?origin=lprLink

___

Kongreya Amerîkayê Vekişîna Ji Rojava Red Dike

KDC

Adem Faris li Îngiltereyê diçirise; yaneyên mezin ên Premier Leagueê ji bo bidestxistina wî hevrikiyê dikin

Karzan

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Serdana KOMKARê Kir 

KDC