Xebatkarên Kovara Rewend, bi hevkariya Konfederasyona Rewenda Kurdistanê, ji bo amadekirina êvareke taybet bi boneya derbasbûna salekê li ser derketina hejmara yekem a kovara xwe, amadekariyê dikin.
Ev çalakiya çandî bi amadebûna Kurdên Diyasporayê, nivîskar, hevkar û dostên kovarê li paytexta Belçîkayê tê lidarxistin.
Kovara Rewend ku ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve tê derxistin, di sala borî de karîbû bibe platformek ji bo komkirina deng û rengên cuda yên Kurdên li diyasporayê û girîngiyê bide warên edebiyat, huner, dîrok û mijarên civakî. Armanca xebatkarên kovarê ewe ye ku bi rêya vê êvarê, ligel pîrozkirina vê bîranînê, pêwendiyên çandî yên di navbera xwendevanan û diyasporaya Kurdî ya li Ewropayê xurtir bikin.
Biryar e ev merasîm di 22.05.2026’an de, demjimêr 18:00’an de li bajarê Brukselê li ser vê navnîşanê bê lidarxistin:
Schildknaapsstraat 47, 1000 Brussel
Xebatkarên Kovara Rewend bi kêfxweşiyê hemî aliyan vedixwînin ji bo beşdarbûna vê bîranîna gelek girîng.
