KDC

Kovara Rewend salvegera damezrandina xwe ya yekem li bajarê Brukselê pîroz dike

Xebatkarên Kovara Rewend, bi hevkariya Konfederasyona Rewenda Kurdistanê, ji bo amadekirina êvareke taybet bi boneya derbasbûna salekê li ser derketina hejmara yekem a kovara xwe, amadekariyê dikin.

Ev çalakiya çandî bi amadebûna Kurdên Diyasporayê, nivîskar, hevkar û dostên kovarê li paytexta Belçîkayê tê lidarxistin.

Kovara Rewend ku ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanê ve tê derxistin, di sala borî de karîbû bibe platformek ji bo komkirina deng û rengên cuda yên Kurdên li diyasporayê û girîngiyê bide warên edebiyat, huner, dîrok û mijarên civakî. Armanca xebatkarên kovarê ewe ye ku bi rêya vê êvarê, ligel pîrozkirina vê bîranînê, pêwendiyên çandî yên di navbera xwendevanan û diyasporaya Kurdî ya li Ewropayê xurtir bikin.

Biryar e ev merasîm di 22.05.2026’an de, demjimêr 18:00’an de li bajarê Brukselê li ser vê navnîşanê bê lidarxistin:

Schildknaapsstraat 47, 1000 Brussel

Xebatkarên Kovara Rewend bi kêfxweşiyê hemî aliyan vedixwînin ji bo beşdarbûna vê bîranîna gelek girîng.

___

Konfederasyon peyamek li ser êrîşa Mannheim belav dike

Harmn

Tirkiye Şingalê Bombebaran Dike, Qurbanî Hene

KDC

Rûsya: Divê Talîban Li Ser Sozên Xwe Bisekine

KDC