KDC

Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî kongreya xwe ya yekemîn li Almanyayê li dar dixe

Bi çavdêriya Şifa Barzanî, Berpirsê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, biryar e ku di 26ê Hezîrana 2026an de li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê, Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî kongreya xwe ya yekemîn a fermî li dar bixe.

Kongre bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ya Kurdbûna me ye” tê lidarxistin. Di kongreyê de nûnerên 35 dibistanên kurdî û 120 endamên kongreyê ji seranserê cîhanê beşdar dibin. Girîngiya vê civînê di wê de ye ku di dîrokê de cara yekem e civîneke wisa fireh û mezin ji bo zanyar, pispor û dildarên zimanê kurdî li derveyî welat, bi mebesta yekxistina hewlên ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê tê amadekirin.

Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî xwediyê stratejiyeke fireh û dîtineke cîhanî ye ji bo nasandin û geşepêdana ziman. Sazî, Kurdistanê wekî navenda xebatê û hemû cîhanê jî wekî qada çalakiyên xwe pênase dike. Bingehê xebata vê saziyê li ser wê baweriyê hatiye avakirin ku li kîjan devera vê dinyayê kurdek hebe, federasyon jî dê li wê derê amade bibe. Ev navenda ku xwe wekî “dengê zelal ê zimanê kurdî di cîhana nûjen de” dide naskirin, armanca wê ya sereke ew e ku nexşeyeke nû û hevçerx ji bo pêgeha zimanê kurdî li ser asta navneteweyî xêz bike û stûnên ziman di serdema cîhangiriyê de bihêztir bike.

___

S&P 500, Nasdaq slump as Facebook books biggest one-day drop ever

kurdish dc

Swêdê 3 Jin Û 8 Zarokên DAIŞî Wergirtine

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Danîmarkayê Wê Newrozê Pîroz Bikin 

KDC