Navenda Norwêcê civînek li dar xist û digel çalakî û xwarineke Kurdî, dîplomaya rêzlênanê pêşkêşî çend Kurdekî nîştecihên wî welatî kir.

Roja Şemiyê 3’yê Cotmeha 2026’an, Navenda Revenda Kurdistanî – Norwêcê civîneke civakî û rewşenbîrî birêve bir, ku armanca wê bihêzkirina têkiliyên civakî û avakirina têkiliyeke hevbeş bû di nav civaka Kurdî de.

Di civînê de, hejmareke berçav ji malbat, heval û kesên çalak di warên cuda de beşdar bûn û ji bilî xwarineke hevbeş a Kurdî, çalakî û beşên dilxweşker jî di xwe de digirt ku bûne sedema avakirina demek xweş û tijî têkilî û gotûbêjan.

Yek ji beşên girîng ên boneyê, rêzgirtin bû ji kes û komekê, ku di dema sala borî de bi pabendbûn û beşdariyên xwe yên bi nirx di warên cuda de roleke diyar û bibandor hebûye.

Ji bo vê mebestê, dîplomaya rêzlênanê hate dayîn 7 kesan û komekê; ew jî ji ber beşdarî û destkeftiyên wan di warên zanista komputer û zîrekiya destkird, werziş, dizayn, medya, huner, perwerde û beşdariya civakî de bûn.
Wergirên dîplomaya rêzlênana sala 2026’an pêkhatibûn ji:
Yûnis Hemed Mewlûd
Agrîn Kesteyî
Lanya Necmedîn
Zanist Al
Îbrahîm Osê
Ciwan Bedirxan
Necman Sindî
Pêşmerge Şêran
Di dawiyê de, Navenda Norwêcê spasiya germ û pîrozbahiya xwe ji hemû wergirên dîplomaya îsal re anî ji bo kar û beşdariyên wan ên bi nirx. Hêviya wan jî ew bû ku ev pengav bibin sedema zêdekirina beşdarî, dahênan û xizmetkirina ji bo civaka kurdî ya li Norwêcê.

