KDC

Federasyona Holandayê seyrangeheke havînî ji bo Kurdistaniyan lidar xist

 

Federasyona Revenda Kurdistanî-Holanda, seyrangeheke havînî ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li wî welatî nîştecihin lidar xist.

Roja 21’ê Hezîrana 2026’an, Federasyona Revenda Kurdistanî-Holanda, seyrana havînî ya “Seyrana Revenda Kurdistanî”, li Daristana Kralingse ya Rotterdamê bi rê ve bir. Hejmareke zêde ji Kurdan û dostên gelê Kurd ji bo beşdarbûna di vê çalakiyê de kom bûn û rojeke bi naskirina hevdû, tijî şahî, yekîtî û xweşî derbas kirin.

Ev çalakî, çalakiya yekem a fermî ya rêveberiya nû ya federasyonê bû piştî konferansa navxweyî û bi vê çalakiyê jî nîşan da ku amade ye xizmetê ji civaka Kurdî re li Holandayê bike.

Di dema çalakiyê de, beşdaran kêfa xwe ji xwarina Kurdî, stran, lîstik û hevdîtina welatiyan û nûkirina peywendiyên civakî anîn.

Federasyona Revenda Kurdistanî-Holanda, spasiya hemû xwebexş, beşdar û hevkaran dike, ku ew parçeyeke girîng bûn di serkeftina wê rojê de.

___

Oil markets inch down after three days of gains

kurdish dc

Koma Azadî ya Folklorê Kurdî li Düsseldorfê hate damezrandin.

Harmn

Serokê şaxê şeşemîn yê Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Federasiyona Koma Kurdistanê kir 

KDC