Federasyona Revenda Kurdistanî-Holanda, seyrangeheke havînî ji bo Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li wî welatî nîştecihin lidar xist.
Roja 21’ê Hezîrana 2026’an, Federasyona Revenda Kurdistanî-Holanda, seyrana havînî ya “Seyrana Revenda Kurdistanî”, li Daristana Kralingse ya Rotterdamê bi rê ve bir. Hejmareke zêde ji Kurdan û dostên gelê Kurd ji bo beşdarbûna di vê çalakiyê de kom bûn û rojeke bi naskirina hevdû, tijî şahî, yekîtî û xweşî derbas kirin.
Ev çalakî, çalakiya yekem a fermî ya rêveberiya nû ya federasyonê bû piştî konferansa navxweyî û bi vê çalakiyê jî nîşan da ku amade ye xizmetê ji civaka Kurdî re li Holandayê bike.
Di dema çalakiyê de, beşdaran kêfa xwe ji xwarina Kurdî, stran, lîstik û hevdîtina welatiyan û nûkirina peywendiyên civakî anîn.
Federasyona Revenda Kurdistanî-Holanda, spasiya hemû xwebexş, beşdar û hevkaran dike, ku ew parçeyeke girîng bûn di serkeftina wê rojê de.



