KDC

Li Luksembûrgê bîranîna cangoriyên jenosîdê û rizgarbûyên Kurdên Êzdî hate kirin

Li Luksembûrgê, bîranîna qurbanî û rizgarbûyên jenosîda Kurdên Êzdî hate kirin. Ev bîranîna ku di 28ê Tîrmeha 2026an de hat lidarxistin, bal kişand ser wan tawanan mezin ên mirovî ku di sala 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li hemberî Kurdên Êzdî hatin kirin û bû platformek bo derbirîna hevxemiya navdewletî li gel jin û zarokên qurbaniyên destê terorê.

Ev merasîm ji aliyê Navenda Revenda Kurdistanê li Luksembûrgê û rêxistina CID Fraen an Gender ve, bi piştgiriya her du Wezareta Wekheviyê û Wezareta Çandê ya Luksembûrgê hatibû organîzekirin. Komek kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û çalakvan amade bûn da ku bi hev re bîranîna yek ji tarîtirîn rûpelên dîroka hevdem bikin.

Di destpêka bîranînê de, Eskender Temo wek nûnerê Navenda Revenda Kurdistanê, bi xêrhatina mêvanan kir û spasiya helwesta mirovî û hevxemiya amadebûyan kir bo piştgiriya doza Êzdiyan.

Temo di axaftina xwe de bal kişand li ser wê yekê ku jenosîda Êzdiyan birîneke kûr e di wijdanê mirovahiyê de, di demekê de ku cihan tenê temaşevan bû, Kurdên Êzdî rû bi rûyê hovanetirîn tawanan bûn.

Her wiha tekez li ser wê baweriyê kir ku eger Kurdistaneke serbixwe hebûya, dikaribû rê li ber karesatên mirovî yên bi vî rengî bigirta. Li gel wê jî hêvî xwest ku di paşerojê de Kurdistaneke azad bê holê ku tê de hemû pêkhateyên olî û neteweyî bi aştî û rêzgirtinê li gel hev bijîn, ji ber ku pirrengî çavkaniya hêza gelê Kurd e.

Beşekî din ê çalakiyê ji bo aliyê hunerî û dokûmenterî hatibû veqetandin, tê de kurtefîlma Êzda hate nîşandan. Piştî fîlmê, rojnamevan Jang Kapgen hevpeyvînek ligel derhêner Halîme Aktorok kir. Fîlm behsa çîroka jineke rizgarbûyî ya Êzdî dike ku niha li Kanadayê dijî û tê de êş û berxwedana wê jinê hatiye xuyakirin.

Di berdewamiya bîranînê de, Amêz Angel, endama desteya rêveberiya Navenda Revenda Kurdistanê, xwendinek ji bo romana “Çem di Esman de ne” ya Elîf Şefeq kir û naveroka vê romanê bi dîrok û berxwedana Êzdiyan ve girê da. Her wiha bal kişand ser dîroka tijî êş a Kurd û jenosîdên din wek kîmyabarana Helebce û operasyonên Enfalê, da ku amadebûyan wêneyekî zelal li ser dîroka bindestiya vî gelî hebe.

Bandortirîn beşa bîranînê, vegotina bîranînên tal ên şahideke zindî ya jenosîda Şingalê bû. Xanimeke rizgarbûyî ku niha li welatê Fransayê dijî, bi wêrekiyeke mezin çîroka xwe ya tal û tijî êş vegot. Wê behsa kêliya êrîşên DAIŞê û kuştina hevjînê xwe û wan êşên ku malbata wê kişandine kir. Axaftinên wê xanimê tundtirîn peyam bû bo amadebûyan ku jenosîd ne tenê hejmar e, belê têkşikandina jiyan û xewnên mirovan e.

Her wiha peyameke vîdeoyî ji aliyê Seda Musoyan, nûnera Federasyona Jinên Revenda Kurd li Rûsyayê, hate pêşkêşkirin. Musoyan ku bi xwe Kurdeke Êzdî ye, behsa berdewamiya zehmetiyên li pêşiya jin û zarokên Êzdî kir û daxwaza dadweriya navdewletî kir. Wê bal kişand li ser wê yekê ku divê dengê Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê bigihîje cîhanê û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî bê girtin.

Li kêleka vê bîranînê, pêşangeheke pirtûkan hate vekirin ku tê de gelek çavkaniyên dîrokî û çandî derbarê Kurd û ola Êzdî de hatibûn nîşandan, da ku amadebûyan zêdetir bi kok û rîşeya dîrokî ya vê pêkhateya resen re bêne nasandin.

___

Elmanya : Rewanda Kurdistanî li bajarê Nornbergê Newroz pîroz kirin

KDC

Charles Mîchael : Konseya Yekîtiya Ewropayê Ya Bê Merkel Weke Fransaya Bê Eyfel E

KDC

swîsra :Revenda kurdstanî ahingek mezin û berfireh li dardixe.

Harmn