KDC

Şifa Barzanî sersaxiyê li malbata Xwedê Jêrazî Parêzer Osman Behlewî kir

 

Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyamek sersaxiyê ji bo koça dawî ya kesayetiyê neteweperwer û parêzerê navdar Osman Behlewî şand malbat û nasên wî.

Di peyamê de, Baregeha Barzanî xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Parêzer Osman Behlewî anî ziman û bal kişand ser rola girîng û cihê taybet ê vê malbatê di xizmeta Kurdistanê de.

Parêzer Osman Behlewî yek ji wan kesayetiyên navdar bû ku ew û malbata wî roleke berbiçav di xizmeta civaka Kurdistanê û Revenda Kurdî ya li derveyî welat de hebû. Nivîsîngeha Diyasporaya Baregeha Barzanî, ku berpirsiyariya şopandin û girîngdanê bi Revenda Kurdistanî ya li diyasporayê re hildigire, di vê nameya sersaxiyê de kar û xizmetên vê malbatê bi bilindî nirxand û windakirina vî kesayetiyê wekî xemeke hevpar dibîne.

Naveroka peyamê wiha ye:

Ji bo malbata Parêzer Osman Behlewî ya birêz,
Dr. Şergo Osman û Dr. Ciwan Osman yên hêja,

Bi xemgînî û kovaneke mezin ve, nûçeya koça dawî ya bavê we yê qedirgiran, kesayetiyê naskirî û parêzerê hêja “Osman Behlewî” gihîşt me.

Malbata Behlewî malbateke kedkar û niştimanperwer e ku bi xizmet û zanista xwe ve di nava civaka Kurdistanê û li derveyê welat de xwedî cihekî taybet in. Em di vê xema giran de xwe bi hevparê xema we dizanin.

Ji aliyê xwe ve û bi navê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, em sersaxiyê ji we, malbat, xizm û hemû dostên we re dixwazin. Ji Xwedayê Dilovan daxwaz dikin ku ruhê xwedê jêrazî bi bihuşta fireh şad bike û sebir û hedarê bide we hemûyan.

Serê we sax be û cihê wî bihuşt be.

Şifa Barzanî
Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî
24.06.2026

 

___

Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd, bi Balyozê Macaristanêhevdätinek pêkanî

KDC

Welatên Zilhêz, Hikûmeta Talîbanê Qebûl Nakine

KDC

Serokê Parlamentoya Ewropayê Koça Dawî Kiriye

KDC