KDC

rojeyên bêhempa yên malbatekî Kurd li Rûsyayê, Vladimir Pûtîn matmayî dikin

Di rêwresmeke taybet de, di 879’emîn salvegera damezrandina bajarê Moskowê de, bi beşdariya Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Sergey Sebyanîn, malbata Kurd a niştecihê Moskowê ya “Zelîmxan Musoyêv” projeya Dream Islandê vekir.

Pûtîn di dema vekirina projeyê de, digel pîrozbahiyê, heyraniya xwe ji bo projeyên vê malbata Kurd anî ziman û got: “Di nav mehekê de, nêzîkî milyonek û nîv kes serdana vê giravê dikin, bi rastî cihê balkişandinê ye, ez pîrozbahiyê li we dikim. Tê bîra min ku we berê behsa planên xwe yên pêşvebirinê kiribû, karekî serkeftî ye û ez kêfxweş im ku karên we li Moskowê bi başî dimeşin.”

Derbarê projeya xwe ya nû de, Emîran Zelîmxan Musoyêv, Serokê Desteya Rêveber a Girava Xewnan ragihand, piştî ku 6 sal berê projeya Girava Xewnan bi awayê girtî hate vekirin, niha Dream Island a vekirî hate vekirin, ku li ser asta cîhanê ev proje di rêzê pêncemîn de ye. Musoyêv ew yek jî xist holê ku projeya wan rehendeke nû ji bo jîngeha bajêr û demborandina malbatî dabîn dike û derfeta kar jî ji bo 1800 kesên din peyda dike.

Cihê bibîrxistinê ye ku vê malbatê di sala 2020’an de bi amadebûna Vladimir Pûtîn Girava Xewnan vekir ku mezintirîn projeya lîstikan e li ser asta Ewropa û Rûsyayê, her wiha di sala 2023’yan de mezintirîn melevangeh li ser asta Rûsyayê li Moskowê vekir û di sala 2025’an de jî bi amadebûna Pûtîn mezintirîn çerxa felekê li ser asta cîhanê li bajarê Moskowê vekir.

Xoşewî Mihemed

___

Wezîrê Koç û Koçberan ê Swêdê bi tundî bang kir… şansê koçberan nema

Xelan

Navenda Rewanda kurdistanî û Dezgeha Senger û Pêşmerge li Elmanyayê çalakî li dar xistin 

KDC

Şifa Barzanî: 2500 fêrxwaz hînî zimanê kurdî bûn û 35 dibistan bûn yek

Karzan