KDC

Penaberek ji ber sedemekê welatîbûn jê re nayê dayîn

Li gorî rapora malperekî nûçeyan ê Swêdî, penaberekî piştî du salan li benda daxwaza welatîbûna vî welatî, ji ber sedemekê daxwaza wî hatiye redkirin.

Nadîm û Yûsif, ku di sala 2015an de hatine Swêdê û di Cotmeha 2024an de daxwaza welatîbûnê kirine, rastî du pirsgirêkên cuda hatine.

Nadîmê 36 salî, piştî nêzîkî du salan çaverêkirinê, daxwaza wî ji ber nebûna belgeya pêwîst ji bo selmandina fêrbûna zimanê swêdî hat redkirin. Ew dibêje: Ji ber xebatê bo dabînkirina mercên rûniştina daîmî û anîna malbata xwe, nekarîye xwendina ziman biqedîne.

Ji aliyê din ve, Yûsif Mihemed, ku li Malmoyê alîkarê perestar (hemşîre) ye, dibêje, wî hemû mercên din bicîh anîne, lê li benda derfeta beşdarbûna di ezmûna zanîna civakî ya Swêdî de ye û hêj dema ezmûna bê ji bo wî nehatiye diyarkirin.

Encûmena Zanîngeh û Kolejên Swêdê (UHR), pêşniyara paşxistina ezmûnên xwendin û axaftina zimanê swêdî bo payîza 2029an kiriye.

Li gorî Dezgeha Koçberiyê ya Swêdê, paşxistina ezmûnan nayê wateya rakirina mercê zanîna ziman û daxwazên wergirtina welatîbûna welêt, li gorî yasayan yek ji xalan zanîna zimanê Swêdî ye.

Herwiha Swêdê di Tebaxa 2026an de ezmûneke ceribandinê ya zanîna civakî encam daye, lê heta niha dema gera bê ya vê ezmûnê nehatiye ragihandin.

___

Opozîsyona Sûrî 3 sivîlên Kurd li Efrînê girtin

KDC

dê alîyê alîkarîyê yê rêxistinên kurdistanî bihê damezrandin

KDC

Vîdeoya Ku Tirk Bi Hêrs Kirine

KDC