KDC

Almanya: Ji ber kêşeya serperiştiya zarokan 6 karmendên navendeke çavdêriyê hatin kuştin

 

Di êrişeke çekdarî de ku li dijî navendeke çavdêriya ciwanan a li bajarê Stadeyê li herêma Saksonya Jêrîn (Lower Saxony) a Almanyayê pêk hat, 6 karmend hatin kuştin. Polîsan dest bi lêkolînê kiriye û sedema sereke ya vê bûyera xwînavî vedigerîne ser kêşeyeke malbatî û nakokiyeke dijwar a li ser mafê serperiştiya zarokekî 3 mehî.

Polîsê herêmê derbarê kujer de agahiyên zêdetir eşkere kirin û dan zanîn ku ew zilamekî 45 salî ye û li Almanyayê ji dayik bûye. Li gorî agahiyan, biryar bû ku her heman roja êrişê, rûniştineke taybet a dadgehê ji bo yekalîkirina mafê serperiştiya keça 3 mehî bihata kirin. Hemû qurbaniyên vê karesatê tenê karmendên navendê ne ku ji 4 jin û 2 zilaman pêk tên; tu penaber an nexweş di nav kuştiyan de nîn in. Di heman demê de, dayik û zaroka 3 mehî ku li wê navendê dima, sax in û tu ziyan negihîştiye wan; niha li cihekî parastî ne û polîs ji bo eşkerebûna rastiyan mijûlî wergirtina îfadeya dayikê ye.

Cihê ku êriş lê hatiye kirin, navendeke taybet a çavdêrî û alîkariya malbat û ciwanan e ku ji aliyê hikûmeta herêmî ya Hannoverê ve tê bikaranîn. Kujer û dayika zarokê jî xelkê heman herêmê ne. Tevî ku navê tawanbar berê li cem polîsan qeydkirî bû jî, lê wekî kesekî pir tundûtîj nedihat naskirin û berê tevgerên wiha yên metirsîdar jê nehatibûn dîtin.

Heta niha çavkaniya wê çekê ku tawan pê hatiye kirin ne diyar e û polîsan piştrast kir ku muhleta (destûr) wî ya çekê tune bû. Ji ber hestiyariya rewşê û berdewamiya lêkolînan, Seroka Rêveberiya Polîsê Lüneburgê, Katrin Schöul, daxwaz ji welatî û medyayê kir ku rewşa derûnî ya malbatên her 6 qurbaniyan li ber çav bigirin û xwe ji belavkirina agahiyên nerast dûr bixin.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

 Swêd: Di dema şewitandina Quranê de 6 penaber bi gumana ku şîdet kirine hatin girtin

KDC

Porê Xwe Wisa Ji Weşandinê Rizgar Bike

KDC

Amerîkayê Hişyarî Daye Dîplomat Û Hevwelatiyên Xwe

KDC