KDC

Li Almanyayê festîvalek tê lidarxistin

Konfederasyona Revenda Kurdistanî û çend komele û rêxistinên Kurdî, festîvaleke taybet li bajarê Herne ya Almanyayê li dar dixin.

Roja 13.09.2026an, li Hola Şîrazî ya bajarê Herne, festîvala (Jin, Rengê Jiyanê) bi komek bernameyên çandî û hunerî tê lidarxistin.

Armanca festîvalê, komkirina jinên Kurd û nîşandana bedewiya çanda Kurdî ye bi rêya pêşkêşkirina bernameyên folklorî û nasandina mîrateya resen a Kurd.

Cihê gotinê ye, ev festîval armanceke jî ji bo bi hev re bûna ligel jinên Kurd bi dirûşma “Jin rengê jiyanê ye û çanda Kurdî şanaziya me ye” tê amadekirin.

___

Şefa Barzanî pîrozbahiyê li Kurdên serkeftî yên hilbijartina parlementoya Swêdê kir

Xelan

Hollanda: Komeleya Chapak Çalakiyeke Hunerî Li Dar Xist

Harmn

Navenda Viyanayê , bi seroka şaredara taxa nehemîn a bajarê Viyênayê xanim

Harmn