KDC

Serkeftineke din a Konfederasyonê li Amerîkayê; Nashville 50 saliya hatina Kurdan bilind dinirxîne

Bi hewl û têkoşîna Navenda Revenda Kurdistanî – Nashville ya Amerîkayê, bi du daxuyaniyên fermî, 50 saliya hatina Kurdan bo vî bajarî bilind hate nirxandin.

Di 29ê Îlona 2026an de, şaredariya Nashville bi daxuyaniyek fermî ya ku ji aliyê Serokê Şaredariyê Freddie O’Connell ve hatibû îmzekirin, rêz li 50 saliya bicihbûna Kurdan li Nashville girt û tekez li ser qurbanîdana nifşê yekem û beşdariya Kurdan di pêşkeftina bajêr de û her weha parastina ziman, çand û nasnameya Kurdistanî kir.

Her wiha, Encûmena Bajêrê Nashville di 6ê Cotmeha 2026an de bi daxuyaniyek fermî, 50emîn salvegera gihîştina Kurdan bo Amerîka û bicihbûna wan li Nashville bilind nirxand. Di daxuyaniyê de rêz li berxwedan û destkeftiyên malbatên Kurd hate girtin û tekez li ser peywendiya dostane ya di navbera Kurdistan û Amerîkayê de û rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hate kirin.

Di merasîma boneyê de, Mister Kurd berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi nûnertiya Konfederasyonê beşdar bû û ji bo wê rêzlêdanê û piştgiriya wan a berdewam ji revenda Kurdistanî re, bi navê Konfederasyonê spasiya berpirsên bajarê Nashville, şaredarî û encûmena bajêr û Navenda Revenda Kurdistanî – Nashville kir.

Di beşeke din a merasîmê de, Ipek Ismail bi nûnertiya revenda Kurdistanî û çend endamên encûmena şaredariyê beşdar bûn. Her wiha Nizar Şêranşî Berpirsê Navendê, heman demê de Hikmet Bamernî, yek ji wan kesan bûn ku di sala 1976an de gihîştibû Amerîkayê, di vê boneyê de axivîn.

Ev bone wek pengaveke girîng ji bo nasandin û bilindkirina rol û destkeftiyên civaka Kurdî li Nashville û berdewamiya peywendiyên civakî û çandî yên di navbera Kurdan û civaka Amerîkî de tê hesibandin.

___

Navenda Rewanda Kurdistanê li Qeladzeyê hin çalakî pêk anî 

KDC

Rûsyayê Berhemên Tirkiyeyê Qedexe Kiriye

KDC

Federasyona Jinan li Düsseldorfê civiya

Karzan