KDC

Ji bo raya giştî ya Kurdistanî`yan

 

Grubek bangiştinek li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kirine ku civînek di roja 8/6 an de, bo revenda kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li dar bixin.

Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku ji hemû beşên Kurdistanê pêkhatiye bo doza rewa ya Kurdistanê, bo mafên netewî û niştîmanî, li Diaspora tu ferqê naxin nav Kurdistanî´yan. Ji bo me çi Başûr, çi Bakûr, çi Rojholat û Rojava, her hemû yek Kurdistan e. Em bi hev re xortin! Yekgirtina me serketina meye.

Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî civîneke awa baş nabînin. Ev yeka bi giştî Kurdistanî`yan ji hev dûr dixe û dikeve xizmeta dujminên Kurdistanê.

Em divê piştgirî bidin ”Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku di 26’ê Nîsanê 2025’an de li bajarê Qamişlo hatibû li darxistin. Yek ji daxwaza girîng ya Konferansê Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû.

Divê di Destûra Sûriyeyê de mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî bike, pabendî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan be, û azadî û mafên jinan biparêze û beşdariya wan a bi bandor di hemû saziyan de (siyasî, civakî, leşkerî) misoger bike.

Divê zimanê kurdî bi fermî bê naskirin, nasname û xaka kurdan li wan vegere û kurd dinav Sûryak federal de cê xwe bigre.

Newroza Köln ê ji alî Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo piştgiriya Kurdistana Rojava hate lidarxistin bi hevgirtina revenda Kurdistanî hate kirin. Cuda kirina Revenda Kurdistanî nakeve xizmeta milletê me.
Bijî Kurdistan.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
04.06.2025

___

Ciwanekî kurd di katına balefirekê de jiyana xwe ji dest da

KDC

Almanya: Li Bajara Münster cejna Newrozê hate lidarxistin

nusar1

Berîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanî, Rêxistina Rewşenbîrên Kurd û Encumena Rewşenbîrî ya Kurdî festîvalekê lidar dixin 

KDC