Di merasîmeke navneteweyî de li Bruksela paytexta Belçîkayê, Herêma Kurdistanê bi rêya saziya Visit Kurdistanê karî li Foruma Cîhanî ya Geştûguzarê du xelatên cîhanî misoger bike, her wiha amadekarî ji bo lidarxistina forumê di sala 2027an de li Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.
Di dema meşandina Xelatên Geştûguzara Cîhanî de li paytexta Belçîkayê, bi beşdariya şîrketên navneteweyî û şandên welatên cîhanê, saziya Visit Kurdistanê karî du xelatên girîng ên cîhanî ji bo Herêma Kurdistanê bi dest bixe, yek ji xelatên sereke taybet bû bi sektora ezmûna dîjîtal, ku tê de hewldanên Kurdistanê di pêşxistina teknolojî û xizmetguzariyên modern ên pêşwazîkirin û bazarkirina geştûguzarê de di asta navneteweyî de bilind hatin nirxandin.
Beşdarên şandê tekezî li ser wê yekê kirin ku bi destxistina van xelatan di atmosfereke pêşbaziya cîhanî de destkeftiyeke neteweyî ya tije serbilindî ye ji bo xelk û sektora geştûguzara Kurdistanê, her wiha selmînerê wê yekê ye ku pengavên Kurdistanê di sektora geştûguzarê de li gorî pîverên navneteweyî ne û dibin sedema kişandina bala zêdetir a geştiyaran û bazarên cîhanê bo navçeyê.
Di beşeke din a çalakiyan de hate gotin ku di çarçoveya hevbeşiya di navbera Foruma Cîhanî ya Geştûguzarê û saziya Visit Kurdistanê de, amadekarî tê kirin da ku di sala 2027an de gera bê ya forumê li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin, ev pengav rê xweş dike ji bo anîna şîrketên mezin, veberhêner û şandên fermî bo Kurdistanê, da ku ji nêz ve beşdar bin di pêşxistina binesaziya geştûguzarê û projeyên xizmetguzariyê de.

