Li herêma Murciayê ya Îspanyayê, “Foruma Aborî ya Hevbeş ya di navbera Herêma Kurdistanê û Herêma Murciayê” bi beşdariya berpirsên bilind ên hikûmetê û nûnerên 95 kompanyayên her du aliyan hat lidarxistin. Armanca forumê pêşxistina peywendiyên aborî û afirandina derfetên nû yên kar e.
Forum roja Duşemê, 29ê Hezîrana 2026an, bi amadebûna Wezîrê Bazirganî û Kompanyayan ê Murciayê Luis Alberto Marín González, Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îspanyayê Darewan Hacî Hamîd hat lidarxistin. Her wiha şandeke hikûmetê û nûnerên 65 kompanyayên Îspanî û 30 kompanyayên Kurdistanî jî beşdar bûn.

Di çalakiyê de, piştî peyva xêrhatinê ya Nûnerê Hikûmeta Herêmê, Wezîrê Bazirganî yê Murciayê piştgiriya tevahiya wezareta xwe ji bo pêşxistina karên hevbeş ên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da. Ji aliyê din ve, Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê amaje bi wan hêsankarî û derfetên curbecur kir ku Hikûmeta Herêmê pêşkêşî kompanyayên biyanî dike da ku çavkaniyên aborî fireh bibin.
Di çarçoveya forumê de çend panel û du pêşkêşkarî li ser şiyana bazirganî ya her du herêman hatin pêşkêşkirin. Piştre di encama hevdîtinên dualî yên di navbera kompanyayan de (B2B), gelek peyman û wekaletnameyên bazirganî hatin îmzekirin ku dê bibin sedema afirandina derfetên nû yên kar ji bo ciwanan.
Forum bi peyva Serokê Desteya Veberhênanê ya Kurdistanê bi dawî bû. Wî spasiya Nûneratiya Hikûmeta Herêmê ya li Îspanyayê û Enstîtuya InfoMurciayê kir ji bo birêxistinkirina vê çalakiyê. Her du alî li hev kirin ku di meha Mijdarê ya îsal de, forumeke mîna vê li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Wezîrê Bazirganî û veberhênerên Murciayê saz bikin.
Karzan Haidar
https://www.facebook.com/karzan.haedar.7
009647504475408
