KDC

Cezaya Girtîgehê Li Du Kurdên Ûrmiyeyî Hatiye Birîn

Du Kurdên Ûrmiyeyî ku sala borî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin, her yek ji wan ji aliyê dadgeha Îranê ve bi 7 salan hatine mehkûmkirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê di rojên borî de 2 welatiyên Ûrmiyeyî yên bi navê Kamîl Cebarûnd û Enwer Çalşî ji aliyê şaxê yekema Dadgeha Ûrmiyeyê ve bi cezaya girtîgehê hatine mehkûmkirin.

Li gorî çavkaniyekî ev ceza bi tawana hewldan li dijî ewlekariya neteweyî bi rêya endamtiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê li ser wan hatiye sepandin.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Yûnanistanê xwe amade dike ku cenazeyên du ciwanên Kurd vegerîne 

KDC

Serokwezîrê Swêdê: Faşîstên rastgir û Misilmanan nefret belav kirine

KDC

Yewnanîstan: Di kampanya polîsan de hin çeteyên bazirganiya koçberan dikin tên girtin

KDC