KDC

Revenda Kurdistanî li Holandayê çalakiyeke xêrxwaziyê ya cuda encam dide

 

Amsterdam: Navenda Revenda Kurdistanî ya li bajarê Venlo, bi beşdariya Rêxistina Çepik a bo Geşepêdana Mirovî û Federasyona Ciwanên Diyasporaya Kurdistanî, ku endamên Federasyona Revenda Kurdistanî li Holandayê ne, çalakiyeke çandî ya cuda bi geşteke deryayî encam dan. Bi mebesta nêzîkkirina Kurdên li Holandayê û pêşxistina peywendiyên navbera revenda Kurdistanî li vî welatî; armanca sereke ya vê çalakiyê kombûna Kurdan, nêzîkkirina ciwanên Kurd û afirandina fersendekê bû ku zarok û malbat hevdu baştir binasin.

Ligel vê qada civakî, çalakiyê ruhekî xêrxwaziyê jî li xwe girtibû: Hemû dahat bo piştgirîkirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye da ku alîkariya zarokên hejar li Kurdistanê were kirin. Ev nîşaneya daxwaza federasyonê ye ji bo başkirina rewşa zarokan û pêşxistina hevkariya navbera Kurdên diyasporayê.

Di çalakiyê de, hejmarek Holandî û Ewropî beşdar bûn û pirsên xwe li ser çanda Kurdî kirin. Ev rewş bû fersendeke baş ku nasname û çanda Kurdî bi awayekî germ û berfireh were nasandin.

Çalakî di nav keşûhewayeke germ û kêfxweş de birêve çû ku malbat, ciwan û zarok tê de beşdar bûn. Amadekarên vê çalakiyê spasiya hemû beşdaran dikin û tekez dikin ku çalakiyên wan ji bo nêzîkkirina Kurdan û bilindkirina çanda Kurdî dê berdewam bin.

Hêjayî gotinê ye ku her du hunermend Deşnî Baban û Hemîd Osman bi awaz û stranên Kurdî yên resen ev geşt xemlandin.

___

Şefa Barzanî bi serokên Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê (SV) re civiya.

KDC

Makedonyaya Bakur: Bi qemyonekê nêzî 35 koçber birîndar bûn

KDC

Konfedresiyona Rewanda Kurdistanê peyamek belav kir .

KDC