KDC

KEÇA KURD IM

Keça Kurd im pozbilind im

Bi Şahê Barzan serbilind im

Gewr û rend û çavpling im

Mîna Çiya Şêr û Find im

Xweragir im û Rexit hilgir im 

Li her warî ez Agir im

Çeka Leyla ez hilgir im

Mêrg û Geliya ez sorgul im

Kesk û sor û Ala zer im

Li azadiyê ez diger im

Ez li ver im û venager im

Ta mafê xwe ez wergir im

Ez pênûsa Keça Kurd im

Dibistana têkoşer im

Tekoşîa Kurdperwer im

Gertîgihan ez serewr im

Ez Agir im û qed na mir im

Ji vê dozê  venager im

Ez Şoreş û Raperîn im

Kilê Çavê Şoreşger im

Ez jiyana jiyanê me

Pêşmergeya vê alê me

Ez tîrêja vê rojê  me

Cangoriya vê axê me

Sal û ziman derbas dibin

Sozê didim ez serbaz bim

Ez Leyla û partîzan bim

Ser rêbaz  Barzanî bim

EMEL HASEN

___

Yekîtiya Ewropa Wê Cezayan Bide Belarûsê

KDC

Mesûd Nasirî ji bo rojnameyeka Norwecî got: Fînland û Swêd bi evî awayî xwe bi ser Erdogan de bisepînin û dê daxwazên bêtir li dijî kurdan hebin 

KDC

Blowing in the Wind: Jobs in the Wind Industry

kurdish dc