KDC

Îsraîlê 65 Ereb Ji Ber Bazirganiya Çekan Girtiye

Polîsên Îsraîlê diyar kirin ku wan 65 welatiyên Ereb ên Îsraîlê bi gumana ku destê wan di bazirganiya çekan a neqanûnî de heye girtine.

Gumanbar bi giranî ji bakurê Îsraîlê ne, hinek jî ji Rojhilatê Qûdisê ne.

Polîsên Îsraîlê sûcdarekî berê wek sîxurekî di nava komê de bicîh kiriye û di danûstandina bi wan kesan re biserkeftî îş kiriye û wan bi dehan çek kirîne, di nav de 25 çekên êrîşkar ê M16 û fuzeyên antî-tank hene.

Hikûmeta Îsraîlê soz daye ku pêla sûcên ku jê re dibêjin “di civakê de kujer” çareser bike.

___

Vaniessa Reşîd: Divê Em Çand Û Zimanê Kurdî Bi Cîhanê Bidine Nasîn

KDC

Werzeşa Yoro ya kûpa Emrîka

KDC

Brîtaniya: Navenda Rewanda Kurdistanê û rêxistinek dê dibistaneke Kurdî ava bikin 

KDC