KDC

Trump hişyariyê dide Ewropayê: Wergirtina koçberên cîhana sêyem dê welatên we wêran bike

Donald Trump, serokê Amerîkayê, di peyameke nû de bi tundî êrîşî siyaseta koçberiyê ya welatên Ewropayê kir û ragihand ku ew welat nêzîk in waneyeke giran hîn bibin.

Trump di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê û got: “Ewropa hînî wê dibe ku dema tu tawanbarên cîhana sêyem werdigirî, tu bi xwe dibî welatekî cîhana sêyem; ev yek jî pir bi lez û tenê di çav lê girtinekê de rû dide.”

Serokê Amerîkayê her wiha tekez kir ku hilbijartina wî wek serok di dema xwe ya herî guncaw de bû, ji bo rêgirtina wê yekê ku Amerîka jî rastî heman çarenûsa welatên Ewropayê neyê, ji ber encamên koça neyasayî û wergirtina tawanbaran.

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

Bi dehan gundên Kirmaşanê bê ava vexwarinê mane

KDC

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Li Ser Çavkanî Û Ramana Tundrewiyê Lidar Bixe

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Sersaxiyê Li Serok Barzanî Dike

Karzan