Xanima avahîsaza kurd bi navê Roj Heyder, bi şêwazekî afirîner karî bala Almanan bikişîne ser xwe û li kolana herî biha û qerebalix a bajarê Düsseldorfê dîzayna avahiyan bike. Roj bi ramanên xwe yên nûjen û hawirdorparêz, dixebite ku navê xwe wek “Zeha Hedîdî Kurd” li Ewropa û cîhanê bide qebûlkirin.
Yek ji karên herî balkêş ên vê xanima kurd, nûjenkirina avahiyeke kevin e li Almanyayê ku niha bûye navenda yek ji markayên herî navdar ên cîhanê. Wê li şûna dîzaynên asayî yên avahisaziyê, şêwazekî bi liv û tevger ji bo rûyê avahiyê bi kar aniye; bi vî rengî perçeyên hesinî wê liv û jiyana bilez a li ser kolanê nîşan didin. Helbet destpêka karê wê ne hêsan bû, nexasim dema ku di 26 saliya xwe de û yekser piştî qedandina zanîngehê, wek keçeke ciwan a kurd kete nava jîngeheke kar ku bi temamî ji aliyê zilamên bi temen ve hatibû dagirkirin. Lê wê bi xwebawerî û şiyanên xwe îsbat kir ku ew di vî warî de hêjayî pêşengiyê ye.
Meraqa Roj a ji bo avahisaziyê vedigere serdema zaroktiyê û wan demên ku serdana mala dapîra xwe ya li bajarê Silêmaniyê dikir. Ew mala sade û aram bûye bingeha xewna herî mezin a jiyana wê ji bo têkildarbûna bi vî warî re.

Ji aliyê felsefeya kar ve, ev avahisaza kurd bi temamî li dijî bikaranîna betonê ye û di wê baweriyê de ye ku ew materyalekî bi zerar e; gava avahiyek tê xerabkirin dibe bermayiyeke bêkêr û dibe barek li ser milê erdê. Loma ew di piraniya karên xwe de pişta xwe bi dar û texteyan girê dide ku dostên jîngeh û hawirdorê ne, dikarin ji nû ve bên bikaranîn û jîngeheke tenduristtir pêşkêşî mirovan dikin.
Li çarçoveya serkeftinên xwe yên li Ewropayê, Roj Heyder ji avahisaziya niha ya Kurdistanê bêhêvî ye û gelek rexneyên wê li ser wan avahiyên bilind û bêruh hene ku tenê ji betonê hatine çêkirin û tu tam û hunereke estetîk û çandî tê de nîn e. Xewna wê ya mezin û armanca wê ya dahatûyê ew e ku rojekê vegere Silêmaniyê û projeyên niştecihbûnê yên wisa ava bike ku tê de resenahiya malên kevin ên kurdewarî û şêwazê jiyana nûjen bi hev re bide hûnandin û nasnameyeke nû bide avahisaziya welatê xwe.
