9emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê li Stockholm a Swêdê bilind hate ragirtin û pîrozbahiyê jî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Îro di dîroka 25ê 9ê 2026an de, Navenda Revenda Kurdistanî – Swêd û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê û Komîteya Hevkariya Partiyên Siyasî yên Kurdistanê, bi boneya 9emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê, bîranîna vê boneya mezin a neteweyî kir.

Di boneyê de hejmarek ji Kurdên diyasporayê û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê beşdar bûn.
Beşdaran pîrozbahiya 9emîn salvegera referandûmê pêşkêşî serokê neteweyî û Lêvegerê Kurd Serok Mesûd Barzanî kirin û referandûma 25ê 9ê 2017an wek yek ji mezintirîn destkeftên niştimanî yên Kurdistanê bi nav kirin.

