Îro 09.07.2026 li Leipziga, Almanya yê, Komela Kultura Kurdî li Leipzigê beşdariya “Konferansa Navneteweyî ya Lêkolînên Kurdî û Êzîdî” bû, ku li Zanîngeha Leipzigê ya Almanyayê bi amadebûna gelek akademîsyen û lêkolîneran hat lidarxistin.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Komela Kultura Kurdî, Konferans li ser asteke akademîk a bilind birêve çû û tê de gelek profesor, doktor û pisporên Kurd û biyanî yên ji zanîngeh û navendên zanistî yên cuda beşdar bûn. Di dema konferansê de, gelek mijarên girîng ên têkildarî dîrok, ziman, çand, edebiyat û mîrasa Kurdî û Êzîdî hatin nirxandin û pêşkêşkirin.
Gotarek li ser Destanên Kurdî hat pêşkêşkirin
Yek ji xalên girîng ên beşdarbûna komelê, pêşkêşkirina gotara akademîk a endamê komelê Selaheddin Seydo bû. Seydo di bin sernavê “Rezepsiyona Mem û Zîn û Kela Dimdimê di Hunera Nûjen de: Lêkolîneke li ser Destanên Kurdî” de lêkolînek berfireh pêşkêşî amadebûyan kir.
Her wiha Komela Kulturê Kurdî li Leipzigê di daxuyaniya xwe de spasiya Prof. Dr. Sebastian Maisel kir ji bo hewildan û piştgiriya wî ya di amadekirin û birêvebirina vê konferansa zanistî de. Komelê diyar kir ku ev konferans platformeke girîng e ji bo xurtkirina têkiliyên akademîk û naskirina mîrasa Kurdî di asta navneteweyî de.
Hêzek ji bo xebatên çandî û zanistî
Seroka Komela Kultura Kurdî li Leipzigê, Jihan Moslim, derbarê beşdarbûna wan de destnîşan kir ku ev çalakî nîşana girîngiya xebatên komelê ye di warê piştgirîkirina zanist, ziman û çanda Kurdî de. Moslim hêvî kir ku lêkolînên bi vî rengî dê bibe sedema serkeftinên mezintir di qada navneteweyî de.




