KDC

Konfederasyon, Kampanya ya Alîkariya Aborî bo Rojavayê Kurdistan Organîze Dike

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KCD) ji bo alîkariya xwişk û birayên me yên kurd ên li Rojavayê Kurdistan koçber bûne, kampanyayekê ji bo komkirina alîkariyên aborî organîze dike.
Teksta daxuyaniyê:
Ev komkirina alîkariyê ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve ji bo piştgirî û parvekirina sersaxiyê ji bo xwişk û birayên me yên li Rojava ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê koçber bûne, tê organîzekirin.
Bexşên we dikarin bandorek girîng bikin û hûn dikarin bi lînka jêrîn beşdar bibin. Dema ew pere bên komkirin, hemû alîkarî dê rasterast ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re bên şandin, lewra me ev rêbaz hilbijart da ku alîkariyên we bi hêsanî bigihin xelkê aware.
Duayên me ji bo ewlehiya xwişk û birayên me yên li Rojava ne

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
19.12.2024


https://www.spotfund.com/story/dea98698-632f-4cf2-90bc-ef88b4528ce3?fbclid=IwZXh0bgNhZW0CMTEAAR1FBKj0OBsK-OrTf_a0TPouYjutz9XYyutR1kFyM0Tdlx2gfBxYDIzB4hA_aem_J5EYenpMHOp6S8bLIMX6Ew&referral_id=501fc57d-a031-431d-bf25-fb9888a38c2e

___

Bi çavdêriya berpisê Navenda Rewanda Kurdistanî-Swîsra

KDC

Konfedresyona Revendî ya Kurdistanê pîrozbahî li Koma Kurdên Rojhilat kir ji ber endametiya wan a li navenda Revandê ya Kurdistanê 

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Brîtanyayê Hate Damezrandin

KDC