KDC

Peyama sersaxiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo koça dawî ya Senator Lindsey Graham

Malbata birêz a Senator Lindsey Graham û gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Bi xem û kovaneke kûr ve, me nûçeya koça dawî ya senatorê kevnar ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Lindsey Graham, bihîst ku di temenê 71 saliyê de û ji ber nexweşiyeke ji nişkê ve malavayî ji jiyanê kir.

Senator Lindsey Graham kesayetiyeke diyar û xwedî pêgeheke siyasî ya bi bandor bû li Amerîkayê. Wî bi dirêjahiya salên karê xwe di Kongres û Meclisa Pîran de, wek dostekî dilsoz û piştevanekî girîng ê doza rewa ya gelê Kurd û parêzvanê mafên wî dihat naskirin. Helwestên wî yên hevsoz û piştgir li hember gelê Kurd di demên cuda de, her tim di bîra me de bi zindî dimînin.

Em wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi vê bûyera xemgîn ve, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbata birêz a koçkirî, hevkarên wî di Kongresê de û gelê Amerîkayê dikin. Em hêviya aramî û hedarê ji bo malbat û dostên wî dixwazin.

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

12ê Tîrmeha 2026

___

New Roku Speakers Offer Sophisticated Audio for Smart TVs

kurdish dc

Swêdê, Ji Ber Zewicandina Zarokekê Doz Li Dê Û Bavekî Vekiriye

KDC

Metirsiyên Kêmxewiyê

KDC