KDC

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundtirîn awayî wê êrîşa tirsonek şermezar dike ku berbanga îro duşemê, 17ê Tebaxa 2026an, li ser Nivîsîngeha Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê hewandinê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qeza Pîrmamê hate kirin.

Em ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî radigihînin ku ev êrîş û destdirêjiyên bo ser saziyên yasayî û niştimanî yên Herêma Kurdistanê binpêkirineke eşkere ya yasayên navdewletî ne û nîşaneyeke metirsîdar in bo têkdana pêkvejiyan û aramiya civakî û siyasî li Herêma Kurdistanê.

Em tekez dikin ku hemû berpirsiyariya yasayî û siyasî ya encamên vê êrîşê dikeve ser stûyê encamderên wê û pêwîst e civaka navdewletî helwesteke cidî û kirdarî li hember van destdirêjiyên sînor-bezînan hebe.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
17ê Tebaxa 2026

___

Desteya rêveberiya Konfederasyona Rewanda Kurdistanî li Toronto bi komek kesayet û çalakvanên Kurd re civiya 

KDC

Festîvala Green Man 10 sal e muzîk û hêviyê dibexşîne penaberên li Brîtanyayê

Karzan

Ji bo projeya destûra bingehîna herêmê komîteyek tê avakirin

KDC