KDC

Bokserekî Kurd 3700 km ber bi welat ve baz dide

 

Werzîşvanekî ciwan ê Kurd, bi îradeyekî bihêz û dilekî tijî evîn û mirovahî, biryar daye ku sînorên Ewropayê bibire û ber bi axa Kurdistanê ve gav biavêje. Projeya wî ne tenê çalakiyeke werzîşî ye, belkî peyameke mezin a neteweyî û mirovî hildigre ji bo naskirina navê Kurdistanê li cîhanê û vekirina deriyekî hêviyê ji bo zarokên bêserperişt.

Şêxo Akyuz, ku bokserekî profesyonel ê 24 salî ye û li welatê Swîsreyê dijî, destpêka projeyeke bêhempa û tijî qurbanî ragihandiye. Armanca wî ew e ku bi piyan 3700 kîlometre ji Almanyayê heta sînorên Kurdistanê bibire. Ev gera dûr û dirêj di nav çend welatên Ewropî re derbas dibe ku ew jî Avusturya, Kirwatya, Sirbistan û Bulgaristan in. Paşê di Tirkiyeyê re derbas dibe heta di dawiyê de digihîje axa welat.

Motîvasyona sereke ya vê pengava Şêxo vedigere serdema zarokatiya wî, dema ku wî digot qey welatek bi navê Kurdistanê li ser nexşeyê tune ye. Niha ew ciwan dixwaze bi rihê neteweyî bersiva wê bîrê bide û ji hemû cîhanê re îsbat bike ku Kurdistan heye û xwediyê cih û dîroka xwe ye.

Li kêleka vê peyama niştimanî, proje aliyekî mezin ê mirovî jî dihewîne. Bi vî awayî ku di qonaxa yekem de hewl dide 20.000 Euro ji bo zarokên bêserperişt û malbatên kêmderamet ên Kurdistanê kom bike. Ew werzîşvan piştrastî daye hemûyan ku pêvajoya komkirina alîkariyan bi awayekî herî şefaf tê birêvebirin û hemû dahat bêyî kêmkirina tu pereyekî rasterast digihîje destê zarokên bêserperişt. Û tu beşek ji pereyan ji bo lêçûnên gera wî nayê bikaranîn.

Bicîhanîna vê projeya mezin pêdivî bi hêz û karînekî laşî û derûnî yê pir mezin heye. Ji ber ku birîna mesafeya maratonekê ku 42 kîlometre ye di rojekê de û berdewamkirina li ser wê, karekî pir zehmet e û îradeyekî ji polayê dixwaze. Ji bo serxistina vê armanca pîroz, Şêxo bi temamî dev ji karê xwe berdaye da ku xwe terxan bike. Lêçûna vê gera pir zehmet jî bi temamî ji bêrîka wî bi xwe û bi rêya çend sponsoran hatiye dabînkirin. Ev jî derseke mezin a fedakarî û xwefedakirinê ye ji bo xizmeta netewe û wan zarokên ku li benda destê alîkariyê ne.

___

‏Pirsname sersaxiyê ji Serpereştyarê Giştî yê Diyasporaya Kurdistanê

Harmn

Navenda Revenda Kurd, Wê Webinarekê Li Ser Pêvajoya Erebkirina Nû Ya Li Kurdistanê Lidar Bixe

KDC

Swêd wê li ser 5 qonaxa ve be

KDC