Di bertekeke tund de li dijî hewldanên hikûmetê ji bo vegerandina xizmeta leşkerî, nêzîkî 50 hezar xwendekar li 130 bajar û herêmên cuda yên Almanyayê holên xwendinê bi cîh hiştin û herikîn ser kolanan.
Xwepêşanderan, ku di roja salvegera bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn de nerazîbûnên xwe dabûn destpêkirin, planên hikûmetê yên ji bo terxankirina sedan mîlyar Euro ji bo kirîna çekan bi tundî red dikin û daxwaz dikin ku ew budçeya mezin ji bo vejandina kerta perwerdehiyê û dibistanên hilweşiyayî bê xerckirin, ne ji bo eniyên şer.
Nerazîbûna ciwanên Almanyayê piştî wê yekê tê ku di destpêka sala 2026an de qanûneke nû ya xizmeta leşkerî ket warê bi cîhkirinê, ku tê de hemû kurên ku digihîjin 18 saliya xwe neçar dimînin ku formek taybetî ji bo nirxandina kapasîteya laşî û daxwaza tevlîbûna artêşê pir bikin. Her çend hikûmet dibêje ku pêvajo li ser bingeha dilxwazî ye jî, lê xwendekar difikirin ku ev gava yekem e ji bo sepandina xizmeta leşkerî ya bi zorê bi riya kontrolên bijîşkî û paşê jî vekişandina wan bo nava artêşê, nemaze piştî ku şêwirmend Friedrich Merz bi eşkereyî behsa bikaranîna vebijarka bi zorê kiribû di rewşa kêmbûna hejmara dilxwazan de.
Ev pêgavên Berlînê beşek ji stratejiyeke berfireh in ji bo bihêzkirina artêşa welat li hemberî gefên Rûsyayê, zextên NATOyê û guhertinên di siyaseta Washingtonê de di serdema Donald Trump de. Wezareta Berevaniyê ya Almanyayê dixwaze heta sala 2035an hejmara leşkerên xwe ji 184 hezarî bilind bike bigihîne 260 hezarî. Ji bo vê armancê, hikûmet plan dike ku budçeyek bêhempa bi qasî 779 mîlyar Euro terxan bike da ku lêçûnên leşkerî heta sala 2030an bigihîne ji sedî 3.5ê tevahiya berhemên navxweyî, ku ev du carê lêçûnên pênc salên dawî yên wî welatî ye.
Li hemberî van amadekariyan, ciwanên nerazî li bajarên mezin ên wekî Berlîn, Hamburg, Bonn û Munîhê pêdagiriyê dikin ku ew nabin sotemeniya ti pevçûnekê û red dikin ku baca amadekariyên hikûmetê û şîrketên çekan bidin. Tevî ku fermangehên perwerdehiyê gefa cezakirin û derxistina beşdarên xwepêşandanê jî kirine, lê tevgera xwendekaran li ser berdewamkirina zextên xwe israr e û bi tundî rexneyê li biryara hikûmetê digire ku nîvê budçeya federal ji bo kirîna tank û bombeyan xerc dike, di demekê de ku welat ji ber hilweşîna binesaziya dibistanan û kêmbûna mamosteyan ve dinale.
Karzan Heyder
[email protected]
