KDC

Konfîderasyona Rewenda Kurdistanî serkeftina Amedsporê pîroz dike

Ji bo yaneya Amedsporê ya delal û serbilind

Em wek Konfîderasyona Rewenda Kurdistanî, bi dilekî tije coş û şanaziyeke bêsînor, vê serkeftina we ya dîrokî pîroz dikin, Gihîştina Amedsporê bo lîga bilind (nayab), ne tenê serkeftineke werzişî ye, lê belê nivîsandina destana berxwedanê û gihîştina lûtkeya rûmetê ye.

Îro ne tenê Amed, lê belê dilê her kurdekî li her derê cîhanê be bi vê destkeftiya mezin lê dide.

We bi îradeyeke polatîn dîrok ji nû ve nivîsand û we îsbat kir ku tu asteng nikarin rê li ber gihîştina lûtkeyê bigirin, Ev serkeftin werçerxaneke dîrokî ye û hemû rewenda kurdî li seranserê cîhanê di nava şahî û serbilindiyê de nuxumand.

Em her tim bi we serbilind in û hêviya serkeftina berdewam ji bo we dixwazin.

 

Konfîderasyona Rewenda Kurdistanî

2ê Gulana 2026an

___

Peyama Navenda Revenda Kurd Ji Bo Roja Alaya Kurdistanê

KDC

Amerîka welatê Tirkiyeyê tawn bardike

KDC

Kanada: Federasyona Revenda Kurdistanî hat damezrandin

Harmn