KDC

Agir û Azadî – Newroz

 

Amal Hassan

Bi dîlana yekbûnê
Şer û ceng û hebûnê
Geşkin agirê gerdûnê
Awazên serxebûnê

Dîsa dem û dewran e
Li ser welat doman e
Hûnadin keziyên e
Seranserê cîhanê

Bixemlînin Adarê
Bi kesk û sor a vê alê
Cejn û Newroz û sersalê
Bejna bûka biharê

Bi agirê Newrozê
Mesogêrî vê sozê
Pîroz dikim vê rojê
Têkoşîna vê dozê

___

Helebçe – (Heleba piçûk) 

KDC

Herêma Kurdistanê ne qada şer û tolhildanê ye..?

KDC

Di Dema Şer de Hezkirin

KDC