KDC

36 sal bi ser bordûmana kampa Zêwe de derbasbûn

36 sal bi ser bordûmana kampa Zêwe de derbasbûn .

‏36 sal bi ser bomberankirina kampa Zêwe ya penaberên Başûrî Kurdistanê li navenda Mergewer ya Rojhilatî Kurdistanê derbasbûn .

‏Ji  ber wê bordûmanê,135 kesan giyanê xwe ji dest dan, û bêtir ji 500 welatiyên din jî birîndar bûn.

‏Ev kamp dikeve nêzîkî sêgoşeya sînorên Bakûr, Başûr, û Rojhilatî Kurdistanê, awareyên wê kampê bêtirî wan ji hozên devera Barzan bûn, ko ji ber têkçûna Şoreşa Eylûlê sala 1975an aware bûbûn, nişteciyên kampê hemû malbatên Pêşmergeyan bûn .

‏Di berebeyaniya roja 9ê Hezîrana sala 1985an de, bi 8 firokeyên Mêg23ê ên Îraqî, 15 xulekan, kamp hate bordûman kirin .

‏Em bi rêz serê xwe ji bo hemû şehîdên rêya rizgarkirina Kurd û Kurdistan diçimînin .

‏Duhok Barzanî .

___

Almaya:Sekreterê komîteya Gištî bešdarî hevditine kiri

Harmn

Navenda Revenda Kurd Li Fînlandiyayê Salvegera Referandûmê Pîroz Kir

KDC

Viyêna: Navenda Rewanda Kurdistanê li pêşiya sefaretxaneya Îranê xwepêşandan li dar xistin

KDC