KDC

Îtlaata Îranê Du Kurd Dane Ber Gulleyan

Piştî desteserkirina 5 welatiyên Kurd li Nexedeyê, hêza îtlaatê ya Artêşa Pasdaran gulle li ser du ji wan desteserkiriyan reşand, rewşa tendirustiya yekî ji wan ne baş e.

Li gor raporteka rêkxistina mafê mirov Hengawê, di dema girtina pênc hevwelatiyên Kurd li Nexedeyê, hêzeka sîxûriya Pasdaran teqe li otomobîla Esed Ramîn ê 35 salî kirine û ew birîndar kirine û Dawûd Rehîmî yê 35 salî jî li wir giran birîndar bûye, rewşa tenduristiya wî ne baş e.

Merivên Rehîmî ev nûçe piştrast kirin û eşkere kirin ku Îtlaatê roja şemî ya 4ê mehê gazî Şadî Rehîmî ya hevjîna Dawûd Rehîmî kiriye û dest bi lêpirsîne kiriye.

Xizmekî nêzikî malbata Rehîmî got hêzên ewlehiyê malbata Rehîmî agahdar kirine ku Dawûd li beşa ICU di bin çavdêriya pijîşkî ya giran de ye lê eşkere nekirine ku li kîjan nexweşxane ye.

___

Wê Çend Lîwayên Yekîneyên 70 û 80 Li Ser Wezareta Pêşmergeyan Bêne Erkdar Kirin

KDC

Jineke Aktîvîst a Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

KDC

Werzeşa Yoro ya kûpa Emrîka

KDC