KDC

Stockholm.. Bi beşdariya çalakvanên Kurd li Muzexaneya Nobelê merasîmeke taybet a aştiyê hate lidarxistin

Hevdem ligel roja ragihandina xelatgirê Xelata Nobelê ya Aştiyê, li Muzexaneya Nobelê li Stockholmê çalakiyeke taybet derbarê pirsa aştiyê û girîngiya xelatê ve hate lidarxistin, ku tê de nûnerên revenda Kurdistanî û kesayetiyên siyasî yên diyar ên Swêdê amade bûn.

Roja 9ê 10ê 2026an, di heman roja ku Xelata Nobelê ya Aştiyê lê hate ragihandin, Muzexaneya Nobelê bernameyeke taybet ji bo nîqaşkirina aştiya cîhanî û ronîkirina xelatgirê Nobelê rêk xist, di vê çalakiyê de hejmarek ji Kurdên rûniştvanên Swêdê, di nav de endamên rêxistina Koma Neteweyan û Komeleya Jinên Diyasporaya Kurd, wekî beşdarên çalak amade bûn.

Margot Wallström, wezîra berê ya derve ya Swêdê, yek ji axaftvanên sereke yên merasîmê bû, navbirî di axaftina xwe de ronî xist ser wate û pêgeha Xelata Nobelê ya Aştiyê, girîngiya xebatê ji bo pêkanîna aştiyê li seranserê cîhanê, di heman demê de tekez li ser pêwîstiya pabendbûna dewletan bi rêzgirtina mafên mirovan kir, çi mafê takekesan be an mafê netewe û gelan be.

Di beşeke din a bernameyê de, beşdaran serdana pêşangeheke taybet kirin di nav muzexaneyê de ku li ser têgeha aştiyê û dîroka jiyan û berhemên Alfred Nobel hatibû amadekirin. Merasîm bi pêşkêşkirina çend tabloyên mûzîkê bi dawî bû.

Rêkxistina vê çalakiyê li Muzexaneya Nobelê hevdem bû ligel biryara Lijneya Nobelê ya Norwêcî li Osloyê, ku di nav 287 berbijêran de Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2026 da Navi Pillay, dadwera navdar a Efrîkaya Başûr û Komîsera Bilind a berê ya mafên mirovan li Neteweyên Yekbûyî, xelatkirina Pillay wekî rêzgirtinek bû ji bo têkoşîna wê ya bi dehan salan li dijî rejîma apartheid û hewldanên wê yên berdewam li Dadgeha tawanan a Rwandayê, Dadgeha Navneteweyî ya tawanan li Laheyê û sepandina wê bingehê ku aştiya domdar tenê di rêya serweriya yasayê û dadperweriyê re pêk tê.

Di wê çarçoveyê de, birêvebirina merasîma Stockholmê bi beşdariya kesayetiyek wekî Margot Wallström û amadebûna rêxistinên civaka sivîl a Kurd li Swêdê, derfeteke girîng bû ji bo hevrehkirina pirsa mafên rewa yên gelê Kurd ligel bingehên cîhanî yên dadperwerî û mafê mirovan li qada navneteweyî de.

___

Swêdê, Ji Ber Zewicandina Zarokekê Doz Li Dê Û Bavekî Vekiriye

KDC

Daxuyaniya eniya hevkariya rêxistinên Kurdistanê ya li ser kuştina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve

KDC

Serkirdeyekî Payebilind ê DAIŞÊ Hatiye Girtin

KDC