KDC

Ev partiya Reformê bi bidestxistina zêdetirê 1400 kursiyan, dawî li serdestiya partiyên kevnar anî

Di guherîneke dîrokî û bêhempa de, Partiya Reformê ya rastgir a populîst serkeftineke mezin di hilbijartinên herêmî û xwecihî yên Brîtanyayê de tomar kir û karî ji hêzeke rikeberiyê ya biçûk bibe yek ji mezintirîn eniyên siyasî yên welat.

Partiyê, di bin serokatiya Nigel Farage de, karî zêdetirê 1400 kursiyan li Îngilîstanê, 34 kursî li Walesê û 17 kursî li Skotlandê bi dest bixe, bi vê yekê jî kontrola gelek şaredariyên stratejîk, di nav wan de li navenda Londonê, ji destê Partiya Karker û Partiya Parêzgaran (Muhafezekar) derxist, ku bi dehsalan bû di destê wan de bû.

Partiya ku di sala 2018an de ji bo meseleya Brexitê hat damezrandin û paşê stratejiya xwe guherand, niha ji bo kêmkirina bacan, biçûkkirina lêçûnên hikûmetê û betalkirina qanûnên enerjiyê yên kesk dixebite. Xala herî bihêz a bernameya wê rûbirûbûna pêla koçberan e, ku dixwaze bi avakirina fermandariyeke taybet a mîna ya Amerîkayê û vekişîna ji peymanên mafên mirovan, bi lez bi sed hezaran koçberên neqanûnî dersînor bike. Herwiha, ew bi tundî li dijî îslamîstên siyasî ye û dixwaze rêxistina Birayên Misilman qedexe bike û çanda Brîtanî biparêze.

Di asta siyaseta derve de, Partiya Reformê rêyeke zelal heye ku xwe di piştgiriyeke bêsînor ji bo Îsraîlê û têkiliyeke stratejîk a xurt bi Amerîkayê re dibîne. Partî piştgiriyê dide berdewamiya firotina çekan ji Tel Avîv re û hemû tawanên jenosîdê red dike. Di heman demê de, nêrînek pir erênî li hemberî Donald Trump heye û dixwaze siyaseta derve ya Brîtanyayê bi tevahî bi rêkarên tund ên rêveberiya Amerîkayê re li hev bîne.

Karzan Heyder
[email protected]

___

Birîtanya çavdêriya elektronî li ser laşên penaberên neqanûnî datîne 

KDC

Konfederasyon peyama pîrozbahiyê pêşkêşî xûşk û birayên Êzdiyan dike

Harmn

Li Moskowayê Festîvala Fîlmên Kurdî

KDC