KDC

Jineke Ducanî Hatiye Girtin

Jineke ducanî ji aliyê hêzên asayîşa Pîranşarê ve hatiye girtin û bo yek ji zîndanên asayişa Urmiyeyê hatiye veguhestin, heta niha jî sedema girtina wê nediyar e.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, 14ê Cotmeha 2021an, Hêzên Îstîxbaratê yên Pîranşarê jina ducanî ya bi navê Suada Xedîrzade ya 32 salî bêyî ku delîlên dadwerî bêne nîşandan hatiye girtin û ew birin Îdareya Îstîxbarata Ûrmiyeyê.

Hêjayê gotinê ye ku heta niha ti zanyarî li ser sedema girtin Suada Xedîrzade ji aliyê hêzên ewlekarî ve nehatine belavkirin.

___

 Cîgirê serokî Konfederasyona Rewanda Kurdistanî bi hin Kurdên li bajarê Rheine dijîn re hevdîtin pêk anî 

KDC

 Navenda Rewanda Kurdistanî-Australya serdana nunerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir 

KDC

Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanê Sersaxiyê ji Malbata Farûk Refîq re Dixwaze

Harmn